Walîtîya Sêrtê li 4 gund û gundikan derketina derve qedexe kiriye
Walîtîya Sêrtê diyar kiriye ku li 4 gund û gundikan ser bi navçeya Hawêlê heta fermaneke din derketina derve qedexe ye.

Fotograf: AA / Arşîv
Walîtiya Sêrtê aşkere kiriye ku, li 4 gund û gundikên ser bi navçeya Hewêlê, heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiya Sêrtê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye.
Qedexe ji bo Gundê Siyanisê yê ser bi navenda qezaya Hawêlê, gundê Yediverenê yê ser bi bajarokê Weysel Qeraniyî û herdu mezrayên Umutlu û Bimegol hatiye ragihandin.
Walîtiya Sêrtê di daxuyaniya xwe de diyarkiriye, li cihên ku qedexe lê hatiye ragihandin, dê li dijî endamên PKKyê operasyon bê destpêkirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye: “Wê biryar ji saet 06.00ê Îniya 5ê Hezîrana 2020an dest pê bike. Biryara qedexeyê li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê hatiye stendin.” (AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.