Walîtiya Enqereyê biryara qedexekirina çalakiyan derxist
Walîtiya Enqereyê çalakiyên li hemberî girtina Semîh Ozakça û Nûriye Gulmenê û yên ji bo piştevaniya wan kir hincet û biryar girt ku ji bo mehekê li Enqereyê hemû çalakî bên qedexekirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê Kolana Yukselê jî di nav de li hemû bajêr her cure çalakî ji bo mehekê qedexe kir ku li Kolana Yukselê piştî girtina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî mamosteyên girtî yên di greva birçîbûnê de jî çalakî dihatin lidarxistin.
Walîtiyê beriya niha jî di 26ê Gulanê û 5ê Tîrmehê de bi heman awayî çalakî qedexe kiribûn.
Piştî girtina Gulmen û Ozakçayî, Velî Saçilik û Acûn Karadagî yên bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de ji kar hatin dûrxistin, 267 roj in li Kolana Yukselê çalakiyên xwe berdewam dikin. Polîs her roj mudaxeleyî çalakiyê dikin û çalakvan rastî tundkariyê tên. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.