DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Veysal Şahîn, wezîfedarê îstixbaratê yê cindirmeyan hatiye desteserkirin
Di doza kuştina Hrant Dînkî de dadgehê duh biryara girtina Veysal Şahînî dabû. Veysal Şahîn, wezîfedarê îstixbaratê yê cindirmeyan yê Trabzonê li Edeneyê hatiye desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di doza derbarê kuştina Hrant Dînkî, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê de, dadgehê ji ber ku delîl hebûye Veysal Şahîn berê kuştina Hrant Dînkî agahiya wî bi plana kuştinê hebûye biryara girtina wî dabû. Veysal Şahîn, wezîfedarê îstixbaratê yê cindirmeyan yê Trabzonê li Edeneyê hatiye desteserkirin.
Polîsan, Veysal Şahînî li Edeneyê li nêzîkî mala wî desteserkirine û birine emnîyetê.
117em danişîna doza kuştina Hrant Dînkî li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hatiye. Dadgehê ji ber ku delîl hebûye Veysel Şahîn û Volkan Şahîn, wezîfedarên Îstixbaratê yên Cendirmeyên Trabzonê pêş kuştina Hrant Dînkî agahiya wan bi plana kuştinê hebûye biryara girtina wan dabû. (HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.