Vefa Kartalî piştî 96 rojan dest ji greva birçîbûnê berdaye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vefa Kartalê ku 96 roj bûn di greva birçîbûnê de bû, piştî daxwazên wî hatîn qebûlkirin îro dest ji grevê berdaye.
Bixwîne - HDP: Vefa Kartal 90 roj in ku di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ne baş e
Malbata Kartalî daye zanîn ku wî dest ji grevê berdaye.
Umutê birayê Vefa Kartalî, ji binaetê got:
“Birêvebiriya girtîgehê garantî daye me. Vefa dê gaveka dî ji bo Nexweşxaneya Tekirdagê bê birin. Sietek û 40 deqîqeyan em axivîn, Vefa baş e û silavan li her kesan dike.”
Çi bûbû?
Du sal in ku Vefa Kartal ji ber werimîna demarên serê wî divê emeliyat bibe. Nexweşiyên wî yên prostas, ûlser, tansîyona bilind û êşa li rûviyan hene.
Mafê wî yê dermankirinê û mafên dî yên bingehîn hatiye astengkirin. 96 roj bûn ku di greva birçîbûnê de bû.
(EMK/MB)
Nîmet Tanrikûlû tehliye bû

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - KANÛNA PAŞİYÊ 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin

Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn

RAPORA TÛNDKARIYA MÊRAN–2024
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine

Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
