VAN TVyê sekinandina weşana wan şermezar kir

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
TURKSATê weşana VAN TVyê ya li ser uyduya xwe reş kir, VAN TVyê ev yek şermezar kir.
Birêvebiriya VAN TVyê eşkere kir ku ew ê li mafên xwe bi rêyên dadî bigerin û ew ê weşana televizyona xwe li ser seteleytên herêmî û malpera www.vantv.com.tr bidomîne.
Birêvebiriyê eşkere kir ku biryara ji bo sekinandina weşana wan ne dadî/hiqûqî ye û divê bîner/temaşevan li televizyonê bibin xwedî.
Hayatin Sesî, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10, Denge TV û Zarok TV jî tê de weşana hin* televizyonan a li ser TURKSATê di 28ê Îlonê de hatibû sekinandin.
‘’Dê bêhiqûqîyê gurr bike’’
Bi daxuyaniyê hat eşkerekirin ku:
‘’Zelal e ku birêvebiriya welatî, dengek û objektîfeka cida, weşaneka bi pîvanan, nûçegihaniya diristane naxwaze.
‘’Bi van rê û şêwazan dengê çapemeniya dixwaze weşaneka azad bike û rojnamegerên dixwazin bi weşangeriya bi pîvanan bibe dengê gelî nikare bê sekinandin. Dê bi tenê bêhiqûqîyê gurr bike.’’
*Hejmara televizyonên weşana wan a li ser TURKSATê hatî sekinandin ne dîyar e. Parlamentera HDPyê Feleknas Ûcayê pirsnameyek ji bo Parlamentoyê nivîsî û xwest bersiv bê dayin ka weşana çend televizyonan hatiye sekinandin, kê sekinandine û çima sekinandine.
(BK/MB)