UNICEF: Hejmara zarokên ku Boko Haram wan weke xwekuj bikar tîne zêde bûye
UNICEFê aşkere kir ku her roja diçe hejmara zarokên ji hêla Boko Haramê weke xwekuj tên bikar anîn zêdetir dibe. Îsal di sê mehên pêşîn de 27 zarok ji bo êrîşên bombeyî hatin bikar anîn ku bêhtir keç bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) di rapora xwe de diyar kir ku rêxistina Boko Haramê di sala 2017an de hejmareke zêdetir zarok weke xwekuj bikar aniye.
Li gorî raporê Boko Haramê, li Herêma Gola Çadê di sê mehên salê de bi 27 zarokan êrîşên xwekujî pêk aniye.
Raporê herwiha destnîşan kiriye ku li Nijeyra, Kamerun, Çad û Nîjerê ji sala 2014an ve 117 zarok ji bo êrîşên bombeyî hatine bikaranîn ku bêhtir keç bûne.
Boko Haram
Tê diyarkirin ku di 8 salên dawî de rêxistina ku êrîşan pêk tîne bi hezaran zarok revandiye.
Boko Haram ji sala 2009an heta niha ji kuştina zêdetirî 20 hezar kesan berpirsiyar tê dîzin. (YY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.