UNICEF: Hejmara bûkên zarok ên di sala 2016ê de zewicîn dê bibe 15 milyon
UNICEFê digel bloga zewacê ya Bridal Musingsê ji bo balê bikişîne ser zewaca keçên di emrê zarokatiyê de videoyek çêkiriye.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê da zanîn ku li hemî derên dinyayê ji 700 milyonan zêde keç di emrê zarokatiyê de(ji 18 saliyê biçûktir) zewicîne.
Ji 250 milyonan zêde zarok dema zewicîn ji 15 saliyê biçûktir bûne.
UNICEFê da zanîn tenê îsal tê texmînkirin ku ya kêm 15 milyon keçên di emrê zarokatiyê de dê bizewicin.
Kêm ji zarokên dizewicin dikarin xwendina xwe bidomînin. Îxtimala tûndkariya li wan bê kirin zêde ye.
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.