UNICEF: Di navbera salên 2005-2022an de 120 hezar zarok di şeran de mirine
UNICEFê ragihandiye ku di navbera salên 2005-2022an de herî kêm 120 hezar zarok di pevçûnan de mirine ango birîndar bûne.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro li Osloya Norwêcê beriya Konferansa Navneteweyî ya Parastina Zarokan di Şeran de daxuyanî daye û ragihandiye ku di şer û pevçûnên di navbera salên 2005-2022an de 315 hezar caran bi awayekî giran mafên zarokan hatine binpêkirin.
Zêdeyî 120 hezar zarok hatin kuştin an birîndarkirin
Li gorî UNICEFê, di zêdetirî 30 pevçûnan de li Afrîka, Asya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn, "zêdetirî 120 hezar zarok hatine kuştin an birîndarkirin.
Herî kêm 105 hezar zarok ji aliye hêzên çekdar ango komên çekdar ve hatine bikaranîn ango kirine leşker.
Zêdetirî 32 hezar 500 zarok hatine revandin û zêdetirî 16 hezar zarok jî rastî tundiya zayendî hatine."(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.