Ukrayna: Di êrîşa mûşekî ya Rûsyayê de 3 kes mirine
Yekîneya Xizmetên Lezgînî a Dewletê ya Ukraynayê ragihandiye ku di encama mûşeka ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê avêtiye û li apartmanê ketiye, 3 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li herêma Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê ye di encama ketina mûşekekê li apartmanekê de 3 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.
Yekîneya Servîsa Lezgînî a Dewletê ya Ukraynayê di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de ragihandiye ku li bajarê Kramatorsk ê herêma Donetsk a Donbasê di encama mûşekê de apartmaneke 4 qatî hatiye rûxandin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên çûne cihê bûyerê 2 kes ji bin xirbeyan xilas kirine.
Her weha di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hatiye ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de artêşa Rûsyayê 6 êrîşên mûşekî û 4 êrîşên esmanî pêk anîne ku 4 ji wan li Slavyansk, Kramatorsk û Druzhkivkaya herêma Donetskê hatine kirin.(SD/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.