Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatin bibîranîn

Ûgûr Kaymazê ku di sala 2004an de dema 12 salî bû, li Qoserê, navçeya Mêrdînê bi 13 guleyan hatibû kuştin, tevî bavê xwe Ahmet Kaymazê bi 8 guleyan hatibû kuştin li Qoserê hate bibîranîn.
Kaymaz û bavê xwe di 20emîn salvegera mirina xwe de bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Tevî malbata Kaymaz, MEBYA-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qoserê beşdarî merasîma bîranînê ya li goristanê hat lidarxistin bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî danîna gulan a li ser gorên Ûgûr Kaymaz û bavê wî, axaftin hatin kirin.
“Em ê şopdarên wan bin”
Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER'ê Salîh Kuday axivî. Kuday bi bîr xist ku Ûgûr Kaymaz roja piştî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi 13 guleyan hat qetilkirin û navên zarokên hatin qetilkirin rêz kir û ev komkujî şermezar kir. Kuday anî ziman ku car heye bi çekan û car heye jî bi wesayîtên zirxî tên qetilkirin û got ku heta ku berpirsyar bên darizandin dê dozên zarokên hatine qetilkirin bişopînin.
“Ji bo aştiyeke birûmet çi ji destê wan bê ew ê bikin”
Pişt re Endamê Şaxa Lijneya Rêveber a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Mêrdînê Umît Bozdag mafê axaftinê girt û diyar kir ku rewşa şer a li herêmê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Bozdag destnîşan kir ku der barê kuştinên zarokan de polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin û navên zarokên hatine qetilkirin rêz kir. Bozdag got ku ji bo aştiyeke birûmet çi ji destê wan bê wê bikin.
Pişt re Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin axivî û diyar kir ku kesên dixwazin rûyê rast ê mafên zarokan li Tirkiyeyê bibînin, dikarin li kêlikên gora Ûgûr Kaymaz binêrin û got ku kesên Ûgûr Kaymaz û bavê wî kuştin, 20 sal in nehatine cezakirin. Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku kurdan ji bo Ûgûr û zarokên wekî wî dest ji têkoşîna xwe bernedane û got: “Komara Tirkiyeyê li pêşberî hemû cîhanê careke din diyar kir ku ew zarokên kurdan wekî zarokan nabînin. Em wekî Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê bi gelê xwe yê welatparêz re careke din hemû zarokan bi bîr tînin."
Çi bûbû?
Di 21ê Çiriya Paşiyê de, Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hat îdiakirin ku ew “terorîst” bûn.
Ûgûr Kaymaz û bavê xwe li mala wan a li Qoserê hatin kuştin. Kaymaz bi 13 gulleyan û bavê wî bi 8 gulleyan hat kuştin.