TTB: Bila nexweşxane di dema pandemîyê de belaş bin
TTByê ji Wezaretê û SGKyê re nivîs şandîye û tê de gotîye, bila nexweşxaneyên dewletê û yên taybet di heyama şewba vîrusa Covîd-19yê de belaş xizmetê bidin.

Fotograf: Serkan Güner - Kırşehir / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Navendî ya Yekitîya Doktoran a Tirkan (TTB) eşkere kirîye, ku tê gotin nexweşxaneyên taybet di heyama pandemîya Covîd-19yê da pereyên ji nexweşan digrin, zêdetir kirine.
Konseya Navendî ya TTByê derbarê mijarê de ji Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatan û Serokatîya Sazîya Ewlekarîya Civakî (SGK)yê re nivîs şandîye.
Di nîvîsê de TTByê destnîşan kiriye ku di heyama pandemîya Covîd-19yê da li Tirkiyeyê bê cûdakarî divê herkes li gor Sîgorteya Tenduristîyê ya Giştî (GSS) bên dermankirin kirin.
TTByê xwestîye, ku bila dariştinên pêwîst yên Danezana Bicîhanîna Tenduristîyê ya Serokatîya Sazîya Ewlekarîya Civakî bên kirin û demildest were pêkanîn. (AS/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.