TTB: 2761 bijîşk ji karî hatine avêtin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Yekîtîya Bijîşkên Tirk(TTB), Raşît Tûkelî ji bo Cejna Xebatkarên TIBê daxuyanîya TTByê xwend.
Tûkelî daxwazên bijîşkan weha rêz kir:
Bila bijîşkên bi awayek neheqane ji karî hatîn avêtin li karê wan bêne vegerandin.
Bila şertên karkirinê bê başkirin ku têra her nexweşekê/î wext bê cidakirin.
Bila heqê karkirinê û mehaneya teqawîtîyê pereyek wek yê insanan be.
Bila tûndkarî li xebatkarên saxlemiyê neyê kirin.
Hin beşên daxuyaniyê ev in:
*Di dema Rewşa Awarte de, heta niho 2761 bijîşk ji karî hatine avêtin.
*Bijîşk mecbûr dimînin ku di demek kurt de li gellek nexweşan binêrin.
*Ji 21ê Tîrmeha 2016ê heta 23yê Sibata 2017ê di dema Halê Awarte de, 100.797 karmendên dewletê ji karî hatine avêtin, bi tenê 737 karmend li karê wan hatine vegerandin.(NV/MB)