TSK: Li El Babê balafirên Sûrî 3 leşkerên me kuştin
TSKê daxuyanî da û got ku êrişa li El Babê ku li dijî leşkerên tirk pêk hatibû, ji hêla balafirê artêşa sûrî ve hatiye kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
TSKê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku balafirên şer ên artêşa sûrî li El Babê li dijî yekîneyen leşkerên tirk êriş pêk anîne.
Di daxuyaniya TSKê de wiha hat gotin:
“Di operasyonên çarçoveya Mertalê Firatê de tê kirin de, di 24ê Mijdarê saet 03:30an de hêzên rejîma Sûriyê li dijî yekîneyên me yên li El Babê êrişek pêk anîn û 3 leşkerên me ‘şehîd’ bûn û yek jê girn 10 hevalên me jî birîndar bûn.”
Piştî wê êrişê ajansên weke AFP, DHA, IHA ragihandibûn ku ew êriş ji hêla DAIŞê ve hatiye kirin.
(EKN/YO)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.