Trump: Heke Tirkiye ne li gorî rêsayan bilive em ê Tirkiyeyê ceza bikin
Donald Trump, Serokê DYAyê di tiwîteke nû de ragehandiye, Tirkiye demeke pilanê ji bo êrîşkirina li ser kurdan amade dike.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Donald Trump, Serokê DYAyê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê rewşa dawî de peyam weşandiye. Trumpî gotiye, ew hewil dide dawî li cenga bêdawî bîne.
Trumpî diyar kiriye ku li gel herdû alîyan (Tirkiye û Kurd) gotûbêjan dike û tekez jî li ser wê yekê dike ku Tirkiye endama NATOye, hinek dibêjin li derveyê milmilanê biweste û bila Kurd bi xwe şerê xwe bike (bi hevkarîya darayî ya me).
Trumpî di berdewamiyê de gotiye, ew ê gurzên bihêzên darayî li Tirkiyeyê bidîn û wê ceza bikîn, heke li gor rêsayan ne live û ji nêzîk ve çavdêrîya rewşê dike. (PT/FD)
Foto: AA/Arşîv
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.