Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê
Tirkiye sûcdar e, mafê jiyanê binpê kiriye, divê tezmînatê bide

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan welatiyekê bi navê Şiyar Perinçek ê ji Diyarbekirê li Edeneyê kuştibû, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiyeyê “mafê jiyanê binpê kiriye û divê 50 hezar Euro cezayê pereyî bide malbata Perinçekî.
Bıxwine -Tirkiyeyê li DMMEyê xwe parast: Ne ji ber rojnemegeriyê girtî ne
Parêzerê malbata Perinçekî Selahattîn Demirtaş bûye. Demirtaş ji bo serokkomariya Tirkiyeyê li ser navê HDP(Pariya Gelan a Demokratîk) berbijar e.
Li gor şahidên bûyerê:
Di 28ê Gulana 2018ê de Şiyar Perinçek li motorpisqilêteqê(duçerxa bimotor) siwar bûye ku kesekê bi navê Mehmet Nurettin Başçı diajot. Tirimbêlekê deriyê xwe vekiriye, motorpisqilêt lê ketiye û li erdê ketiye. Şifêrê motorpisqilêtî reviyaye polîsên ji tirimbêlê peya bûyîn ew di rê de girtiye. Perinçek ji ber qezayê birîndar bûye û nekariye bireve. Polîsekê hatî nik wî fîşekek berdaye wî. Birînên wî giran bûne. Bi ambûlansekê ji bo nexweşxaneyê hatiye birin û di 30ê Gulanê de miriye.
Dadgehê hingê biryar dabû ku çeka Perinçekî hebû ji ber wê polîsî xwe parastiye û polîsî beraet kiribû.
Li gor rapora IHDyê(Komeleya Mafên Mirovan) û şahidên bûyerê ti çekên Perinçekî nebû.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
