TIHV: Gelo hûn dizanin hewildana ji bo girtina seroka me tê çi wateyê?
Serdozgerîya Stenbolê daxwaz kir ku seroka TIHVyê bê girtin, TIHVyê xwest ev biryar demildest bê betalkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serdozgerîya Stenbolê bi daxwaza girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanciya seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV), ew şand serdadgerîyê.
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ji bo nobedariya berpirsiyarîya weşanên Ozgûr Gûndemê, rojekê bûbû berpirsa weşanan.
TIHVyê pirsî: ‘’ Gelo hûn dizanin tê çi wateyê ku hûn hewil didin seroka me, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanciyê bigirin ku wê jiyana xwe ji bo sekinandina îşkenceya ne bi tenê li li Tirkiyeyê ya li dinyayê dabû?’’
TIHVyê xwest daxwaza girtinê demildest bê betalkirin. (HK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.