TIBê gihiştina beşeke ji Googleyê qedexe kir
Serokatiya Telekomînîkasyonê ya Ragihandinê sîteya bi navê webcache.googleusercontent.com qedexe kir.

Ji bo nûçeya Tirkî
Beşeke ji Googleyê ku li ser xizmeta webcacheyê pêk dihat de Serokatiya Telekomînîkasyonê ya Ragihandinê (TIB) biryara tedbîrê da û wê sîteyê qedexe kir.
Rûpel, wêne û naverokên sîteyên ku di înternetê de qeydkirîne di wê sîteya qedexekirî de dihat qeydkirin. Dema keseke di Googleyê de lêgerîn bikira, ewil ew sîstem dikete dewrê û zûtir digişt rûpelê.
Gihiştina rûpelên weke Gmail, Youtube û blogspot ku girêdayî Googleyê ne, piştî qedexekirina wê sîteyê giran bû.
Hat ragihandin ku ew qedexeya li ser sîteyê piştî demekê hatiye rakirin.
(EA/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.