Têkildarî şewata li daristanên 7 bajaran 9 kes hatin girtin
Ji 22 kesên ku ji ber şewata li daristanên Aydin, Mugla, Îzmîr, Manîsa, Dêrsim, Bolu û Uşakê hatibûn desteserkirin, jê 9 kes hatin girtin.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê lêpirsînên têkildarî şewata li daristanên 7 bajarên Tirkiyeyê de daxuyanî da.
Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de têkildarî lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve derbarê şewatên daristanan yên ku di 12-17ê Tebaxê de li Aydin, Muğla, Îzmir, Manîsa, Dêrsim, Bolu û Uşakê derketibûn de ev agahî da:
“Bi giştî 22 gumanbar hatin desteserkirin, ji gumanbaran 9 kes hatin girtin, ji bo 5 kesan biryara kontrola edlî hat dayîn û 1 jî piştî îfadeya wî hat berdan. "Pêvajoya desteserkirina 7 gumanbaran jî didome."
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.