Têkildarî operasyona li Kagitxaneya Stenbolê 37 kes hatine girtin
Di operasyona li Kagitxaneyê pêk hatibû de pevçûn qewimîbû û piştî pevçûnê Ji kesên ku di operasyona de hatibûn desteserkirin jê 37 kes hatine girtin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di bûyera li Kagitxane, navçeya Stenbolê pêk hatibû de polîsê bi navê Hakan Tellî miribû. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di encama lêpirsînê de ji kesên hatine desteserkirin jê 37 hatine girtin.
39 gumanbarên ku duh sewqî Edliyeyê hatine kirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezê û Aştiyê ya nobedar kirine.
Dadgeriya Cezê û Aştiyê der barê 37 kesan de biryara girtinê daye.
Kesên hatine girtin bi îdiayên ku "avakirin û rêvebirina rêxistina sûc", "endamê rêxistina sûc", "kuştina bi qestî", "bazirganiya maddeyên hişbir" û "xixalîfbûna li dijî qanûna bi jimare 6136" hatine sûcdarkirin.
2 gumanbar bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.