Swîsre dixwaze rojnameger Ehmed Azad Çagan dersînor bike
Rojnamegerê Kurd Ehmed Azad Çagan ji 6ê Çiriya Paşiyê ve li Baselê desteserkirî ye.

Swîsreyê rojnamegerê Kurd Ehmed Azad Çagan ji bo dersînorî Tirkiyeyê bike, desteser kir.
Çagan sala par diyar kiribû ku jiyana wî li Tirkiyeyê di bin gefê de ye û li Swîsreyê serî li îlticayê dabû. Swîsreyê biryara dersînorkirina Çagan da.
Kurdên li Swîsreyê dijîn, ji bo Cagan serbest bibe û neyê dersînorkirin însiyatîfa azadiyê ava kirin. Însiyatîfê danê sibehê li ber Buroya Koçê ya Bernê çalakî pêk anîn.
Kurdan bertek nîşanî biryara dersînorkirinê dan û xwestin ku ewlehiya canî ya Cagan û azadiya derbirînê wî were biewlekirin.
Daxwaza Înîsiyatîfê ya ji bo hevdîtina bi rayedarên Buroya Koçê re jî bê bersiv ma. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rote Hilfe (Alîkariya Sor) tevlî mijarê bûn.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.