Suleyman Soylû dê 40 hezar TL tezmînatê bide Kiliçdaroglû
Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylu ji ber ku heqaret li Kemal Kiliçdaroglû kiriye dê 40 hezar TL tazmînat bide.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ‘doza heqaretê’ li Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû vekirîbû. Dadgehê ji bo dozê biryara xwe aşkere kiriye.
Kiliçdaroglû di hevdîtinên butçeyê yên 18ê Mijdara 2022an de Soylû bi qaçaxiya pereyan tohmetbar kiribû. Solylû jî gotibû: "Kesên qaçaxiya pereyan jî dikin û yên bazirganiya tiryakê jî dikin bêşeref in. Ew qas hêsan e. Yên ku ispat nekin jî bêşeref in"
Parêzerê Kiliçdaroglû, Celal Çelîk li ser van gotinên Soylû doz vekiribû.
Dadgehê di danişînê de biryar daye ku divê Soylû 40 hezar lîre tazmînatê bide Kiliçdaroglûyî.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.