Solîsta Koma Hevrayê Zeynep Dogan hat desteserkirin
Zeynep Dogan jî bi Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer re di çarçoveya heman lêpirsînê de di serdegirtina malê de hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî hatiye desteserkirin danê sibehê di serdegirtina malê de Solîsta Koma Hevrayê Zeynep Dogan hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) naveroka lêpirsîna ku Dogan pê hatiye desteserkirin hêj nayê zanîn.
Ji Koma Hevrayê Gencay Morkoç jî di 25ê Cotmehê de di serdegirtina malan de hatibû desteserkirin û duh (29ê Cotmehê) hatibû girtin. Sedema girtina Morkoç jî ew bû ku ji ber beşdarî seyrana ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) ve li Stenbolê hatiye lidarxistin bûye.
Dadgehê îdia kir ku seyran di çarçoveya "çalakiya rêxistinî" de hatiye organîzekirin. (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.