Siyasetmedarên Swêdî li Meclîsê serdana HDPyê kirine
Wekîla Serokê Parlamentoya Swêdê û heyeta li gel wê li Meclîsê serdana HDPyê kiriye. Fornarveyê gotiye “ew operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDPyê şermezar dikin.”

Fotograf: Ofîsa çapemeniyê ya HDPyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lotta Johansson Fornarve, Wekîla Serokê Parlamentoya Swêdê, Hakan Svenneling, Berpirsê Karên Derve yê Partiya Çepgir a Swêdê û Jonas Karling, Rêvebera Forûm Çepgir a Navnetewî (VIF) serdana koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirine.
Heyet bi Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, Wekîlên Serokên Koma HDPyê, Mahmût Togrûl, Amîrê Îdarî yê Meclîsê, Feleknas Ûca, Alîkara Hevseroka HDPyê ya ji Komîsyona Karên Derve Berpirs re civiya.
Heyeta swêdî gotiye ku ew “operasyonên qirkirina siyasî yên li ser HDPyê şermear dikin” û piştgrî dane HDPyê. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.