Şirketa ku Seray Şahîner ji karî avêt ti daxuyanî neda

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Senay Şahînera nivîskar ji ber ku ji Bilal Erdoganî re gotibû “yê zêde zana” polîsan ew desteser kiribû.
Şahinerê ji bo Limon Yapimê kar dikir. Wê nivîskariya çîroka rêzefîlmeka bi navê “Aşk ve Gurur” (Evîn û Serbilindî) dikir. Rêzefîlm dê di ATVyê de bê weşandin.
Ji ber desteserkirinê şirketa çêkirina fîlman ya ku wê jê re kar dikir, Lîmon Yapimê ew ji karî avêtiye. Xwediyê Lîmon Yapimê Hayrî Aslanî bersiva pirsên bianetê neda û da zanîn paşê ew ê daxuyaniyekê bide.
Şahînerê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daye zanîn ku ew ji ber desteserkirinê ji karê xwe hatiye avêtin. Şahînerê gotiye nivîskarê rêzefîlmê yê Yildirim Tûrker jî ji ber vê bûyerê dest ji karê xwe berdaye.
Bilal Erdoğan'a ÜSTÜN ZEKALI demem sonucu gözaltına alındığım için @LimonFilm'in çektiği ATV'de yayınlanacak AŞK VE GURUR dizisinden atıldım pic.twitter.com/amChAHj4wt
— Seray Şahiner (@seraysahiner) December 26, 2016
Lîmon Yapim: Em ê paşê daxuyaniyekê bidin
Me bi telefonê ji avakerê Lîmon Yapimê, Hayrî Aslanî bûyer pirsî. Wî got ew ê niho daxuyaniyekê nede. Wek sazî ew ê paşê daxuyaniyekê bide.
Çi bûbû?
Seray Şahînerê li rojnameya BîrGûnê li ser Bilal Erdoganê kurê Recep Tayyîp Erdoganî nivîsek nivîsîbû. Doz li wê hatibû vekirin ji ber ku wê di nivîsa xwe de ji bo Bilalî gotibû “yê zêde zana”(EKN/MB)
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
