Sînorê birçîbûnê ji 20 hezar TLyî derbas bû
Sînorê birçîbûnê ku di meha Îlonê de 19 hezar û 830 TL bû, di meha Cotmehê de 601 TL zêde bû û gîhaşt 20 hezar û 431 TLyî. Bi qasî 3 hezar û 429 TL ji mûçeyê herî kêm derbas kir.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn Xizaniyê ya meha Cotmehê eşkere kir.
TÛRK-ÎŞê di meha Îlonê de sînorê birçîbûnê weke 19 hezar û 830 TL, sînorê xizaniyê weke 64 hezar û 595 TL û 'lêçûna jiyanê' ya karmendekî nezewicandî jî weke 25 hezar û 706 TL diyar kiribû.
Bi vî awayî mûçeyê herî kêm bi qasî 3 hezar û 429 TL ket bine sînorê birçîbûnê.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.