Sîbel Tekîn, Derhênera Belgefîlman hatiye desteserkirin
Ekîbên dije terorê danê sibê bi ser mala Sîbel Tekîn, Derhênera Belgefîlman de girtine û ew desteser kirine. Her weha sedema desteserkirina Tekînê heta niha diyar nebûye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ekîbên dije terora Enqereyê di saet 02.00ê şeve de bi ser mala Sîbel Tekîn, Derhênera Belgefîlman de girtine û ew desteser kirine.
Sîbel Tekîn, Derhênera Belgefîlman di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî a Enqereyê ve hatiye desteserkirin. Sedema desteserkirina wê hê diyar nebûye.
Di serdegirtina malê de polîsan dest danîne ser 2 komputer, hin xebatên belgefilmê yên li ser harddîskê qeydkirî, kamera û hin pirtûkên Tekînê.
Hatiye zanîn ku piştî lêgerîna malê, polîsan destûr nedaye ku Tekîn cilên xwe yên derve li xwe bike û bi wî awayî birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. (Cİ/EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.