Serokwezîrî hejmara mirî û girtîyan got
Li gor daxuyaniya dawiyê ya serokwezîr, Bînalî Yildirimî di hewildana derbekirinê de 232 kes mirine, 7 hezar û 543 kes hatine desteserkirin, 316 ji desteserkiriyan hatine girtin. Karê 2 hezar û 756 dadger û dozger û karmendên dî yên dadgehan hatiye sekinandin, karê hezar û 500 karmendên karên civakî dikin hatine sekinandin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr, Bînalî Yildirimî piştî civîna dîwanawezîran daxuyaniyek da.
Li gor yildirimî di hewildana derbekirinê de ji polîs, sivîl û leşkeran 232 kes mirine. Serokwezîrî da zanîn ku ji 7 hezar û 543 kesên hatine desteserkirin, 316 kes hatine girtin.
232 kes mirin
Hin beşên axiftina Yildirimî ev in:
‘’208 şehîdên me hene. 60 ji wan polîs in, 3 leşker in û 145 jî sivîlên qehreman in.’’
‘’1491 birîndarên me hene.
‘’24 derbekar hatine kuştin.’’
‘’Ji desteserkiriyan 316 kes hatine girtin.’’
Karê 2 hezar û 756 endamên dadgehan hatiye sekinandin.
‘’Karê 2.745 kesên dadger, dozger û karmendên karên dî yên li dadgehan dikin hatine sekinandin.’’
Karê hezar û 500 karmendên karên civakî dikin hatine sekinandin.(BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.