Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê biçe Êlih û Mêrdînê
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê biçê Êlih û Mêrdînê. Vê sibê ji bo şaredariyên herdu bajaran qeyûm hat tayînkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel piştî ku Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiya Rihayê kir, biryar da ku biçe wan bajaran.

Ji bo Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê qeyûm hat tayînkirin
4 Mijdar 2024
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku Ozel dê piştî nîvro biçe Êlih û Mêrdînê. Turk got, "Eger ti pirsgirêk dernekevin dê saet di 3an de ji Stenbolê derkeve û bê Êlihê. Di balafira Êlihê de cih dîtine. Tê payîn ku derdora saet 5an li vir bin."

Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî dan
4 Mijdar 2024
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.