Seredanên girtîgehan wê bi "koda HES"ê pêk were
Seredanên girtîgehan, ji îro pê ve di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de wê bi koda "Hayat Eve Sığar" pêk were.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desteya Şêwirgeha Zanistî ya Wezareta Tenduristiyê, ji bo kesên ku ji derve tên girtîgehê sepana koda "Hayat Eve Sığar(HES)" pêşniyar kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Rêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê biryar stendiye ku ji 1ê Îlonê pê ve wê seredan bi koda HESê pêk wer in.
Kod, bi SMSyê an go bi sepana HESê li ser telefonê tê girtin. Sepana "Hayat Eve Sığar" li ser Play Storeyê û App Storeyê li telefonan bi belaşî tê danîn.(TP/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.