Serdozgerê Dadgeha Bilind: Em îddanameya HDPê ji nû ve amade dikin
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind gotiye, wan îddanameya HDPê ji nû ve amade kirine. Îddanameya HDPê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve nehatibû qebûlkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûye û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotiye. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.”
Çi bûbû ?
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiriye û bi şûn ve şandiye Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.
(KO/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.