Serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkciyî wê destpê bike
Serlêdanên ji bo serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkciyî destpê kirine. Ders wê di bin sernavê “Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî” de werin dayîn.

Serdema payîzê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkciyî wê di navbera 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an û 23yê Kanûna Paşiyê ya 2021an de pêk were. Ji bo beşdariya li dersan, pêvajoya serlêdanê destpê kiriye.
Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane wê herî dereng di 10.12.2020an de bên agahdarkirin.
Beşdariya Akademiyê belaş e û kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin wê Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî (WÎB) sertîfîkaya beşdarbûnê bide wan.
Ders wê di bin navê "Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî" de werin dayîn ku koordînatorê vê serdemê Cumhur Olmez e.
Bernameya vê serdemê wiha ye û kesên wê dersan bidin ev in:
Ji bo serîlêdanê formê bitikînin û dagirin
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.