Şemnem Korur Fîncanciyê li tecrîtgehê nameyek nivîsî

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sê rojnameger ji ber ku bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê yên nobedar hatibûn girtin. Prof. Dr. Şemnem Korur Fîncanci yek ji wan girtîyan e û di tecrîdgehekê de dimîne.
Merîç Eyûpoglûya parêzera Şemnem Korur Fîncanciyê ji IMCyê re got, Fîncanci di odeyeka biçûk de bi tenê dimîne.
Eyûpoglûyê li ser şertên girtîgehê got: ‘’ Di hemîya rojê de dê bi tenê ji bo sietekê bikare derbikeve cihê hewa-standinê. Hem ji mirovan bi dûr xistin û hem jî di avahiyeka biçûk de hiştin, tecrîd e.’’
Peyamek rêkir
Şemnem Korur Fîncanciyê îro bi rêya parêzera xwe peyamek rêkir. Wê nivîsîye:
‘’ Canên min, dostên min. Canê min li nik we ye û yê we jî li nik min e. Bila silav li wan kesan be ku canê me gihandine hev. Bila ew bizanin ku bi vê silavê ez wêneyekê hevgiriyê çêdikim û ev yek dê bibe derdek di dilê wan de...’’
‘’Em hemî ji bo vî welatî ji bo mirovên me kar dikin û rûmeta wê jî ya me hemiyan e...’’
(HK/MB)