Rûsyayê Piştî 22 Rojan Êrîşî Idlîbê kir
Çavên her kes li benda civîna di navbera Rûsya-Îran-Tirkîyeyê bû, lê Rûsya îro piştî 22 rojan yekem carî êrîşî Idlîbê kir. Dê civîn 7ê îlonê li Tehranê bê kirin.

Ji bo zimanê tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor nûçeya ajansa nûçeyn a Reutersê, Rusyayê îro piştî 22 rojan yekem carî êrîşî Idlîba ku hîn jî di destên muxalîfan de ye kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad jî piştgiriyê dide êrîşên hewayî.
Reutersê, Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê ji nûçeya xwe re wek çavkanî nîşandaye. Ev sazîya ku navenda we li İngiltereyê ye yek ji wan sazîyên mafan e ku ajansên navnetewî li Surîyeyê ji xwe re wek çavkanî didin nîşandan.
Dê di 7ê Îloê de Serokê Rusyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê bicivin.
(PT/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.
**Wêne: Ajansa Anadoluyê
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.