Rûsyayê 2 balafirên agirkujiyê şandine Tirkiyeyê
Ji ber ku Tirkiyeyê daxwaz kiriye, Pûtînî ferman daye û Rûsyayê balafirek agirkujiyê ya amfîbî şandiye Mûglayê, yek jî şandiey Îzmîrê.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan ji bo agirkujiyê du balafir şandine Tirkiyeyê.
Wezaretê destnîşan kiriye ku piştî Tirkiyeyê daxwaz kiriye, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ferman daye û wan du balafirên agirkujiyê ji Balafirxaneya Platovî ya bajarê Rostov-na-Donûyê şandine Tirkiyeyê.
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de gotiye, balafirên navborî wê li Mûgla û Îzmîrê ji bo agirên bi daristanan ketiye vemirîne, wê kar bike. (TY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.