Rûsya û Amerîka dê li ser herêma ji firînê re qedexe biaxivin
Wezareta karên derve ya Rûsyayê da zanîn ku îro nûnerên Rûsya û Amerîkayê dê li ser hev herêma ji firînê re qedexe biaxivin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dê îro bicivin.
Mijara sereke ya civînê li Sûriyeyê çêkirina herêmeka ji firînê re qedexe ye.
Li gor nûçeya Spûtnîkê, cihgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî eşkere kiriye ku ji bilî çêkirina herêmeka ji firînê re qedexe, rayeadr dê li ser rewşa Koreya Bakurê û Ûkraynayê jî biaxivin.
Ryabkovî daye zanîn ku tevgerên Amerîkayê ne zelal in û veşartî ne.
Duhî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Tillersonî gotibû:
“Divê Rûsya hilbijêre ka dê bi kê re be dê bi hevpeymanên xwe re be an jî bi Esad, Îran û Hizbûllahê re be.”
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.