Rûsya: S-400 dê di demekê nêzîk de bêne şandin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê bazirganîyê yê Rûsyayê, Denis Manturovî ji ajansên nûçeyan re gotiye “Digel ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwest ji Tirkiyeyê re bibe asteng û nehêle ew S-400an bikire. Tirkiye li ser yeka xwe ma.”
Li gor Sputnikê ji bo şandina parçeyên S-400an hemî amadekarî hatine kirin.
Li gor nûçeyan Tirkiye dê ji bo 4 S-400an zêdetirî 2 milyar Dolaran bide Rûsyayê lê reqem tam ne dîyar e.
Amerîkayê gotibû ew ê parçeyan neşîne
Ji bo balafirên F-35 li Tirkiyeyê kar bikin hin parçeyên ji projeya f-35ê divîya li wî welatî bihata bicihkirin. Lê Amerîkayê diyar kiribû ku ew ê wan parçeyan neşînin.
Bixwîne - Pompeo û Çavuşogluyî hev dîtin lê Krîza F35an çareser nebû
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê, Charles E. Summersî gotibû:
“Heta Tirkiye dest ji standina S-400an neberde, parçeyên ji bo firîna balafirên F-35 dê ji bo wî welatî neyê şandin.
“Heke Tirkiye S-400an bikire, pêvajoya beşdarbûna wê ya li projeya F-35an de dê bikeve di metirsîyê de.”
Rûsya dê hem kredî hem çekan bide
Sergey Çemezov Serokê Rosthehê ku şîrketa berevaniyê ya Rûsî ye ji rojnameya Kommersantê re axivîbû.
Bixwîne - DYAyê perwerdeya pîlotên Tirkiyeyê daye sekinandin
Çemezovî agahiyên derbarê firotina 4 S-400î de erê kiribû.
Herwiha Çemezovî ragihandibû ku hevdîtinên ji bo krediyan wê ji bo Tirkiyeyê bê dayin.
(PT/MB)