Rûsya: Di 24 saetan de 6 hezar sivîl ji Helebê hatin tehliyekirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitkîne
Navenda şopandina agirbesta Rûsya li Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 24 seetên dawî de ji Helebê 6 hezar û 464 kes hatin tehliyekirin û zedetirî 3 hezar ji wan kesan milîtan in. AAyê jî ragihand ku heta niha 3 konvoy gihiştiye Idlîbê.
Sputnik Kurdistanê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya navenda çavdêriyê.
Di wê daxuyaniyê de wiha gotin: “Di nava 24 saetên dawî de ji rojhilatê Helebê zêdetirî 3 hezar milîtan ku 301 ji wan birîndar bû bi tevahî 6 hezar û 464 kes hatin tehliyekirin.”
AAyê jî ragihand ku 3 konvoyên ku ji rojhilatê Helebê bi rê ketine gihiştine bajarê Idlîba li ser sînorê Tirkiyeyê. Di nûçeya AAyê de sivîl û milîtin tê de hejmara kesên hatine tehliyekirin 7.500 e.
NY: 50 hezar kes li bendê ne
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura got ku li gorî texmînan 50 hezar kes li Helebê li benda tehliyekirinê ne û 10 ji wan jî milîtan in.
Tehliyekirina milîtan û sivîlên li rojhilatê Helebê duh destpê kiribû.
Artêşa Sûriyê di nava vê hefteyê de %98ê bajêr bi dest xistibû.
(YY/YO)