RTUKê cezayê pereyan li Amed Radyoyê biriye
RTUKê bi îddiaya ku beyannameya dahatê neşandiye, 12 hezar û 804 lîre ceza li Amed Radyoyê biriye.

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) bi îddiaya ku beyannameya dahatê neşandiye, 12 hezar û 804 lîre ceza li Amed Radyoyê biriye.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) birîna cezayan li weşanan didomîne. RTUKê vê carê jî ceza li Amed Radyo TVyê biriye.
Hatiye zanîn ku RTUKê bi sedema ku Amed Radyo TVyê Beyannameya Dahata Bazirganiyê neşandiye 12 hezar û 804 lîre ceza lê biriye.
Rêveberiya Amed Radyo TVyê li dijî birîna cezê daxuyanî daye û nerazîbûn nîşan daye. Rêvebiriyê destnîşan kiriye ku RTUK dixwaze peşkê li xebatên weşana wan bixe.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.