Rojnameya Agos 25 salî ye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya Agos ya ku di 5ê Nîsaa 1996ê de dest bi weşanê kiribû îsal 25 saliya xwe pîroz dike.
Agos bi tirkî û ermenkî tê wateya “koncala gîsinê ew xêz kiriye û şitil tê de tê çandin” ku Luiz Bakarî ev nav lê kiriye.
Rojname bi serkêşiya Luiz Bakar, Hrant Dink, Harutyun Şeşetyan û Anna Turayê hatibû vakirin ku Dink di demeke kurt de weke Berpirsê Weşanê û pêşekekî derketibû pêş.
Rojname ji bo ku pirsgirêkên ermeniyên li Tirkiyeyê dijîn ji civakê re ragihînin. Yekem rojname bû ku di dema Komarê de bi tirkî-ermenkî weşan dikir. Di weşana xwe de mijarên demokratîkbûn, mafên kêmnetewan, rûbîrûbûyîna bi dahatûyê, parastin û pêşxistina piralîtiya Tirkiyeyê ji xwe re esas digirt.
Hrant Dink heta 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007ê, roja kuştina xwe jî Berpirsê Weşanê bû. Piştî Dînkî Etyen Mahçupyan, Rober Koptaş û Yetvart Danzikyan ev kar meşandine. (HA/FD)