Rojnamegerên ku li Wanê hatibûn desteserkirin, birin edliyeyê
Sê rojnamegerên ku duh li Wanê hatibûn desteserkirin, birin edliyeyê.

Duh li Erdîş, navçeya Wanê 3 rojnameger hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şakîr Karadaş û ji Ajansa Welat (AW) Hulya Taş û Rohat Bulut duh li xala kontrolê ya polîsan a li navçeya Erdîşa Wanê hatin desteserkirin.
Her weha rojnameger duh birin Rêvebiriya Emniyetê ya Navçeyê û îro sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.