Rojnamegerên ku li Edîrneyê hatibûn girtin beraet kiriye
Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê li Edîrneyê di doza ku bi hinceta “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” li wan hatibû vekirin de beraet kirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê dema ku penaber aresteyî deriyê sînorê Pazarkûleya Edîrneyê hatibûn kirin şopandibûn û hatibûn desteserkirin. Piştre bi îdiaya “bêyî destûr ketine herêma leşkerî ya qedexe” doz li wan hatibû vekirin.
Danişîna doza Kaya û Sayilgan li 8emîn Dadgeha Cezê ya Esliyeyê ya Edîrneyê pêk hatiye.
Kaya û Sayilgan tevlî danişînê nebûne û parêzerên wan di danişînê de amade bûne. Dozger di danişînê de nirxandinên xwe kiriye û xwestiye Kaya û Sayilgan were cezakirin.
Her weha parêzeran li dijî daxwaza dozger derketine û parastina muwekîlên xwe kirine.
Lijneya dadgehê biryar daye ku qesta Kaya û Sayilgan a sûc tunebûye û ew beraet kirine.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.