Rojnameger Volkan Pekal li Edeneyê hatiye desteserkirin
Volkan Pekal, Nûçegihanê Evrenselê li Edeneyê dema xwestiye li herêma erdhejê dîmenan bigire, hatiye desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Volkan Pekal, Nûçegihanê Evrenselê li Edeneyê ji ber ku li herêma erdhejê dîmen girtiye, hatiye desteserkirin.
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkan Pekal dema li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê dîmen girtiye, bi hêceta ku "bê destûr dîmena digire" hatiye binçavkirin.
Polîsan Pekal biriye navenda polîsan a li nexweşxaneyê û piştî îfadeyê ew berdan e.
Li gorî nûçeya Evrenselê, polîsan ji Volkan Pekal re gotiye dîmengirtin ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin.
Pekal jî ji polîsan xwestiye ku biryarê nîşanî wî bidin, li ser vê polîsan gotiye "fermana devkî heye."
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.