Rojnameger Serhildan Andan hat desteserkirin
Di serdegirtinên malan ên li Amedê de rêveberê DFGê Serhildan Andan jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin desteserkirin.
Navên hin kesên hatin desteserkirin wiha ne:
“Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û rojnamevan Serhildan Andan, Baran Baymiş, Mûrat Kayaş.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hejmara desteserkiriyan dê zêde bibe.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.