Rojnameger Pinar Gayip bi şertê kontrola edlî serbest bûye
Di çarçoveya operasyona li dijî ESPyê de ku navenda wê Eskîşehîr bûye derbarê edîtora ETHAyê Pinar Gayipê de biryara zeftkirinê hatibû dayîn. Gayîp bi şertê kontrola edlî serbest bûye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya operasyona li dijî ESPyê de ku navenda wê Eskîşehîr bûye derbarê edîtora ETHAyê Pinar Gayipê de biryara zeftkirinê hatibû dayîn. Gayîp îro çûye Edliyeya Eskîşehîrê îfade daye.
Dozgeriyê parvekirinên li ser medya civakî û nûçeyên ku Gayipê ji bo ETHAyê çêkiriye weke “bi armanca rêxistinî” nirxandiye û Gayip bi “endamtiya rêxistinê” tohmetbar kiriye. Her weha dozgeriyê xwestiye Gayîp bi şertê kontrola edlî were berdan û şandiye dadgehê.
Dadgehê bi şertê hefteyê de carê îmzeyê bide û qedexeya derketina derve rojnameger Gayip serbest berdaye.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.