Rojnameger ji bo îfaza ceza hatin gazîkirin
Rojnameger Eleha Muhammed û Nilufer Hamîdî yên ku cara ewil nûçeya qetilkirin û cenazeyê Jîna Mahsa Amînî çêkirîbûn, ji bo înfaza 5 salan cezayê girtîgehê ya li wan hatiye birin, hatin gazîkirin.

Rojnamevan Elaha Muhammed û Nilufer Hamdî, ku yekem nuçeya qetilkirin û cenazeye Jîna Mahsa Amînî çêkirîbûn, roja şemiyê 19’’ê Cotmehê ji bo infaza 5 sal cezayê girtîgehê ya bi îdîaya "sîxuriya veşartî û propagandaya li dijî hukumeta Îranê" kirine di nava 5 rojan de ji bo serlêdana Girtîgehê Evînê hatin gazîkirin.
Parêzerên rojnamegeran diyar kirin ev ceza ketiye çerçoveya efûya giştî ya sala 2023’an û girtin neheqîye.
(ED)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.