Rojnameger Hakki Boltanî beraet kiriye
Rojnamager Hakki Boltanê ku ji ber navê wî di lîsteya delegeyên DTKyê bûye bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin, di danişîna yekem de beraet kiriye.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di serdegirtina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk(DTK) de dest danîbûn ser lîsteya delegeyan. Ji ber ku di lîsteyê de navê Boltanî bi awayê “OGC Çapemenî Hakki Boltan” hatiye nivîsandin, bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Di danişîna yekem a dozê de Boltanî beraet kiriye.
Danişîna dozê li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Boltan û parêzerên xwe tevlî danişînê bûne.
Her weha Dozger ji 7 sal û nîvan heta 15 sal ceza ji Boltanî re xwestiye.
Di danişînê de dozger nirxandinên xwe kiriye û xwestiye Boltan di sûcê “endamtiya rêxistinê” de were ceza kirin.
Dadgehê biryara beraet kirina Boltanî daye.(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.