Rojnameger Aydin Engîn çûye ber dilovaniya xwe
Rojnameger Aydin Engîn di 81 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwe. Engîn di 8ê Adarê de ji ber ziravê xwe emeliyat bûbû.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Aydin Engîn çûye ber dilovaniya xwe. Engînî zêdetirî 50 salî li rojnamegerî kiriye û di dîroka çapemeniyê ya Tirkiyeyê de cihekî taybet ji xwe re çêkiriye.
Engîn roja 8ê Adarê, di 81 saliya xwe de ji ber ziravê xwe emeliyet bûbû.
Piştî vê emeliyatê ji ber êşên wî, di 9ê Adarê de ew careke din emeliyat kiribûn û ji ber rewşa wî ya giran, ew di beşa nexweşiyên giran de bicih kiribûn.
Engînî di malpera T24ê de dinivîsand. (HA/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.