Rektorê Zanîngeha Colemêrgê hat binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de Rektorê Zanîngeha Colemêrgê Prof. Ebûbekir Ceylan hat binçavkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de Rektorê Zanîngeha Colemêrgê Prof. Ebûbekir Ceylan hat binçavkirin.
Ceylan duh êvarê hat binçavkirin û wî birin Mudiriyeta Emniyetê.
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbekirinê de beriya 12 karmendên Zanîngeha Colemêrgê ji kar hatibûn dûrxistin. Rektoriyê jî di wê demê de 2 endamên Akademîsyenên Aştîxwaz ku danezana ‘Em nabin Hevparê Wê Sûcê’ îmze kiribûn ji wezîfeyê dûrxistin.
Rektorên hatine binçavkirin
Di çarçoveya heman lêpirsînê de YOKê roktorên zanîngehên Gazi, Dicle, Yildiz Teknik û Yalovayê ji kar hildabûn.
Di 20ê Tîrmehê de Rektora Zanîngeha Dicleyê Prof. Ayşegul Jale Saraç hatibû girtin.
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.