Redkarê Wicdanî Enver Aydemirî doza li DMMEyê qezenc kir
Enver Aydemir ku ji ber ol û baweriya xwe leşkerbûnê red kiribû û serî li DMMEyê dabû, doza li dijî Tirkiyeyê qezenc kir. DMMEê Aydemîrî mafdar dît û 18 hezar Euro cezayê peredayînê da Tirkiyê.

Redkarê Wicdanî Enver Aydemirî doza li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê qezenc kir.
Dadgehê biryar da ku madeya 3. ya Rêziknameya Mafên Mirovan ya Ewropayê ku îşkence û muameleya nebaş pê hatiye qedekirin, ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye qedexekirin. DMMEê bi wê hincetê 18 hezar Euro cezayê peredayînê ve Tirkiyeyê mehkûm kir.
Aydemirî di sala 2007an de bi darê zorê kirin leşker û piştre jî bi hinceta ‘îtaeta emrê nake’ gatibû sûcdarkirin û derbarê wî de ceza hatibû dayîn.
Aydemirî ji ber ol û baweriya xwe heta îro 3 caran hat girtin û derbarê wî de 5 dozên cuda hatin vekirin.
Aydemirî li Girtîgeha Leşkerî ya Maltepeyê rastî îşkenceyê hat. Derbarê vê yekê de jî doza vekirî dewam dike.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.