Qedexeya derketina derve ya 4 rojan qediya
Biryara qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn standin, piştî 4 rojan li 15 bajaran bidawî hat.

Fotograf: AA
Qedexekirina derketina derva ya ji bo 15 bajêran a ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) da di 16ê gulanê da dabû destpêkirin qediya.
Qedexeya derketina derve ya ku bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî li Enqere, Balikesîr, Bursa, Eskîşehir, Dîlok, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsun, Wan û Zonguldakê hatibû destpêkirin ji saet 24.00ê 19ê Gulanê pê va qediya ye.
Di nava 4 rojan de 28 hezar û 256 kesan qedexe binpê kirine û derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. (AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.